Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê ji ber rola wan a di kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir el Bexdadî de spasiya QSD’ê kir.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê der barê kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî a ji aliyê QSD û DYA’yê ve daxuyaniyek weşand.
Meclîsa Xweser destnîşan kir ku fermana dawî ya Şengalê, qirkirinên rû dane û bi hezaran jinên Şengalê yên hatine revandin bi biryara serçete Bexdadî pêk hatiye û ji ber vê yekê weke civaka Êzîdî kuştina wî girîng dibînin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Em spasiya hêzên QSD’ê dikin ku di kuştina serçete Bexdadî û têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabuye.
Ji sala 2014’an heta îro tola keç û xortên me ji DAIŞ’ê hilanî.”
Meclîsê her weha bal kişand ser hevkariya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de û destnîşankir ku kuştina Baxdadî ya li herêma di bin kontrola dewleta Tirk de jî îspata vê ye û got,
“Em bang li hemu civaka Êzidî dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin.”