Rêveberiya Xweser: qirkirina dewleta Tirk rawestînin

Hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya Rêveberiya Xweser diyarkir ku di êrîşên dagirker yên dewleta Tirk de herî zêde jî zarok mexdûr dibin.
Rêveberiya xweser bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî kir ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û pêşî li qirkirina dewleta Tirk û plana guhertina demografîk ya dewleta Tirk bigirin.

Hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser
Kewser Doko diyar kir ku li Serê Kaniyê û Girê Spî di êrîşên dagirker yên dewleta Tirk de 20 dibistan rûxiyane.

Kewser Doko destnîşankir ku ji ber van êrîşên li herêmê li 810 dibistanan perwerde sekinî ye.

Hevserok Doko bal kişand ser koçberiya ku piştî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk rû dane û da zanîn ku bi dehhezaran koçber li nêzî 70 dibistanan hatine bicihkirin.

Kewser Doko got, “Em û Buroya Karûbarên Mirovî hewl didin ku ji koçberan re cih peyda bikin, da ku ji nû ve xwendekar karibin xwendina xwe dewam bikin.

Her weha Kewser Doko da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk dibistanan weke baregehên leşkerî bi kartînin û li dibistana Elî Şêx Dawûd a li herêma Serê Kaniyê bicîhbûna çeteyan hatiye belgekirin.

Hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê bal kişand ser planên qirkirin û guhertina demografiyê ya dewleta Tirk li dijî gelên herêmê dimeşîne û bang li saziyên mafê mirovan kir ku pêşî li van sûcên mirovahiyê bigirin.

Leave a Reply

Back to top button