Li balekayetî kampanya alîkariyê dewam dike

Xelkê başûrê Kurdistanê bi her awayî piştgiriya Berxwedana Rûmetê dikin.
Ji bo piştgiriya Rojava, li herêma Balekayetî a Hewlerê kampanya alîkariyê hate destpêkirin û li bajarokê Kifrî yê Germiyanê jî 25 milyon dînar alîkarî hate komkirin.
Kampanya piştgiriyê ku xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê dane destpêkirin jî ev 2 roj in dewam dike.

Li herêma Balekayetî a ser bi Hewlerê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê ev 2 rojin bi pêşengiya çalakvanên civaka sivîl alîkarî tê komkirin.

Endamê komîteya kampanyayê Şêrzad Seîd diyar kir ku heta niha gelek alîkarî kom kirine û wê heta hefteyekê xebatên xwe bidomînin.

PIŞTGIRIYA BI BERXWEDANA RÛMETÊ RE
LI GERMIYANÊ 25 MILYON DÎNAR ALÎKARÎ HAT KOMKIRIN

Li bajarokê Kifrî yê Germiyanê kampanya alîkariyê ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin îro bi dawî bû û di encamê de 25 milyon dînar hate komkirin.

PIŞTGIRIYA BI BERXWEDANA RÛMETÊ RE
KAMPANYA XWENDEKARAN YA JI BO ROJAVA DIDOME

Her weha xwendekarên Fakulteya Zanistî ya Zanîngeha Silêmaniyê, ji bo Rojavayê Kurdistanê ev 2 roje kampanyaya alîkariyê dane destpêkirin.

Xwendekarê bi navê Elend Rizgar diyar kir ku ev kampanya tevî gelên li Rojava, ji bo piştgiriya bi şervanên di eniya şer de ne jî.

Xwendekarê bi navê Birwa Tofîz jî bang li her kesî kir ku piştgirî bidin xwişk û birayên xwe.

Leave a Reply

Back to top button