Fermandariya Giştî ya QSD’ê doh diyar kiribû ku li gorî biryarên lihevkirina Soçiyê, hêzên xwe wê li herêmên nû bi cîh bikin.
Di vê çarçoveyê de hêzên QSD`ê li Kantona Kobanê ya herêma Firatê xwe li navêndên nû bi cîh dikin.
Fermandriya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyarkiribû ku bi Federasyona Rûsyayê re û li ser xalên ku berê erê nedikirin, gihaştin encameke û li gorî lihevkirina Soçîyê tevbigerin.
QSD’ê her weha destnîşan kiribû ku, ji bo rawestandina êrîşên li dijî gel û rijandina xwînê, wê hêzên wan ji seranserî sînorê Tirkiyê û Sûriyê dûr bikevin û li qadên nû bi cih bibin.
Di vê çarçoveyê de îro jî hêzên QSD’yê li Kantona Kobanê li herêmên nû hatin bicîhkirin.