Li Başûrê Kurdistanê, ji ber nerazîbûna êrîşên dagirker yên dewleta Tirk boykotkirina malên Tirkiye berfireh dibe.
Li Germiyanê welatî, dermanxane û esnaf beşdarî kampanyayê bûn û ji bo hişyariya kampanyayê rojane bi hezaran belavok tên belavkirin.
Li Başûrê Kurdistanê ji derveyî xwepêşandan û nerazîbûnên girseyî, kampanya boykotkirina malê Tirkî jî berfireh dibe.
Kampanya di nav tora civakî de jî bûye rojev û heta niha gelek kes piştgirî dane boykotkirina malên Tirkî.
Di vê çarçoveyê de li herêma Germiyan hinek mamosta, rewşenbîr, çalakvanên sivîl û ciwanên dildar ji bo kampanya berfireh bibe xebatê dimeşînin.
Endezyar Herêm Mehmûd diyar kir ku gelê Kurd ji pêvajoyeke man û nemane derbas dibe û weha got:
“Planekî sed salî li ser gelê me tê meşandin. weke helwestekî neteweyî û exlaqî me dest bi boykotkirina hemû malê Tirkî kiriye.”
Di nava bazara Kelarê de jî li ser yek ji dermanxaneyan wiha hatibû nivîsandin;
“Bi ti awayî hûn dermanê Tirkî nabînin”