Şervanekî ku dîl hatibû girtin bi alîkariya sivîlekî hat rizgarkirin

Şervanê QSD’ê yê bi navê Zinar Reqa ku artêşa Tirk a dagirker ji gundewarên başûr-rojavayê bajarê Girê Spî wî dîl girtibûn xwe rizgar kir.
Şervanê QSD’ê diyar kir ku rastî êşkenceyên artêşa Tirk hatiye.

Şervanê QSD’ê yê bi navê Zinar Reqa, di 19’ê Cotmehê de piştî ku agirbest hate îlankirin, di encama êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de piştî ku cebilxaneyê wî xelas bû, dîl hate girtin.

Şervanê QSD’ê bi alîkariya sivîlekî piştî 7 rojan ji girtîgeha çeteyên dewleta Tirk reviya.

Zinar Reqa diyar kir ku piştî dîl hate girtin rastî êşkence kirinên hovanê yên çeteyan hatiye û weha got:

“Çeteyan çavên min girêdan û ez birim baregeheke dewleta Tirk a li xaka Tirkiyê. Nivê şevê min lêpirsîn kirin û gotin wî tesfiye bikin. Ji bo min tesfiye bikin ez rêkirin Girê Spî û li wir xistim girtîgeha şexsî. Rojane êşkence dikirin û bi çekan gefa kuştinê li min dixwarin.”

Şervanê QSD’ê diyar kir ku dema di girtîgehê de bû çeteyan zêdetirî 25 sivîlên ji bajêr anîn wir û wiha dewam kir:

“Ji nav wan sivîlan 2 keç jî hebûn û yek ji wan jî şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ku ji lingê xwe de birîndar bûbû.”

Leave a Reply

Back to top button