Li Yewnanistanê keştiya koçberan noqî avê bû: Jinek mir

Li peravên Yewnanistanê keştiya koçberan noqî avê bû.
Hate ragihandin di encama noqî bûna keştiyê de jinekî jiyana xwe ji dest da ye.
18 kesên din jî hatin rizgarkirin.

Keştiya ku koçber tê de bûn li peravên Girava Agathonîssî, noqî avê bû.

Heya niha derbarê nasnameya kesên di keştiyê de û rewşa qezayê de ti agahî nehatine parve kirin.

Têkîldarî rewşê rayedarekî ji buroya çapemeniyê ya polîsên benderê ji AFP’ê re axivî û got:

“Jinekî jiyana xwe ji dest daye.

18 kesên ku ji aliyê ewlekarên peravê ya Yewnanîstanê ve hatine rizgarkirin jî wê sewqî girava Samosê ya li nêzî herêmê bikin.”

Di van salê dawî de Yewnanistan jî weke welatên din ên Behra Spî yek ji wan welatane ku herî zêde koçberên penaber berê xwe didinê.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), hejmara koçberan di tevahiya sala 2022’an de 18 hezar û 700 bû.

Di navbera Çile û destpêka Mijdara 2023’an de jî ev rêje gihişt 38 hezar û 448’an.

Ev dane didin xuyakirin ku rêjeya noqîbûna keştiyên koçberan gelekî zêde bûye.

Yek ji bûyera herî giran jî di 14’ê Hezîranê de pêk hat.

Ji ber noqî avbûna keştiyê herî kêm 82 kes xeniqîn û bi sedan kes jî winda bûn.

Back to top button