BERPIRSEKÎ EMERÎKÎ: TERMÊ EL-BEXDADÎ DI DERYAYÊ DE HATIYE AVÊTIN

Li gorî çavkaniyên ji Pentagona Emerîkî hat destnîşankirin ku piştî kuştin serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdadî termê wî li deryayê hatiye avêtin.

Berpirsekî Emerîkî li Pentegonê ku navê xwe neda naskirin, da zanîn ku artêşa Emerîkî piştî kuştin serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdadî termê wî avêtine deryayê de, bêyî ku ti agahiyên zêde bide.

Serokê Erkana Giştî ya Emerîkî jî Mark Mêlî ji aliyê xwe ve got ku beriya bi temamî ji termê El-Bexdadî were xilaskirin bi riya DNA nasnameya wî hatiye naskirin.

Her wiha ji aliyê xwe ve şêwirmendê QSD’ê Polat Can bi tiwîtekê behsa rola QSD’ê di naskirina cihê El-Bexdadî. kir

Polat Can got ku hêzên wan karîbûn bigihin cihê serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdadî û bi riya anîna cilên wî û bi riya lêkolîna DNA hat zanîn ku ew kes serçeteyê DAIŞ’ê bixwe ye.

Leave a Reply

Back to top button