Beret Mcgurk: Divê Tirkiye hin tiştên li ser Bexdadî zelal bike

Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê berê di Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de Brett McGurk, mijara kuştina serçeteyê DAÎŞ’ê El Bexdadî destnîşan kir ku hin pirs hene divê Tirkiye zelal bike.

Brett McGurk operasyona kuştina serçeteyê DAÎŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî ji Washîngton Postê re nirxand.

McGurk got, “Hin tişt hene ku divê Tirkiye rave bike” û destnîşan kir ku Bexdadî li rojavayê Iraqê yan jî bejahiya rojhilatê Sûriyê ku piştevanê xwe hene nehate dîtin, lê li Îdlibê, li herêma di bin kontrola Tirkiyê de hate dîtin.

Brett McGûrk destnîşan kir, ev yek nîşan dide ku DYE ji hevalbendê xwe yê NATO’yê ji Tirkiyê bawer nake.

BERET MCGURK: LI CIHÊ TIRKIYÊ, HEVKARÎ JI QSD’Ê HAT XWESTIN

McGurk diyar kir ku Bexdadî ku li dinyayê terorîsteke herî zêde li wî tê gerîn bicihbûna wî li herêmeke bi vî rengî tê wateya di mijara îstîxbaratê de bawerî bi Tirkiyê nabe.

Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê berê Brett McGurk destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî ji bo îstîxbaratê alîkarî ji QSD’ê hate xwestin.

Leave a Reply

Back to top button