Mazlûm Ebdî: Çavkaniya me ya cihê Bexdadî destnîşan kir, piştî operasyonê vegeriya

Operasyona kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî di rojeva giştî ya cihanê de ye.
Bi taybetî di operasyonê de komkirina hemû agahiyên istixbaretî ji aliyê QSD’ê ve bûye cihê şenaziya li nava welatan.
Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî jî hûrguliyên kuştina serçeteyê DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî eşkere kir.
Ebdî teqez kir, istixbaratê wan di nava DAIŞ’ê de hebû û piştî serkeftina vê operasyonê jî vegeriya cihê xwe.

“Çavkaniya me ya cihê Bexdadî destnîşan kir, piştî operasyonê bi hêzên Emerîkî re vegeriya.”

Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî bi van gotinan ji televîzyona Fox News’ê re beşek ji rastiya operasyona kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî eşkere kir.

Mazlûm Ebdî di hevpeyvînê de, destnîşan kir ku çavkaniya wan heta bi dawîbûna operasyonê li cihê Bexdadî maye.

Ebdî diyar kir ku hêzên wan bi mehan amadekarî kir û gelek agahiyên istxibaratî ji bo vê operasyonê pêşkêş kiriye.

Ebdî da zanîn ku di dema oparasyonê de endamên istixbareta wan di nava DAIŞ’ê de hatibûn bicihkirin û weha got:

MAZLÛM EBDÎ: DI 15’Ê GULANÊ DE, ME CIHÊ BEXDADÎ JI CIA’YÊ RE RAGIHAND

Istixbaratê me ragihand ku Ebû Bekir el-Bexdadî ber bi bakur ve diçe ango ber bi Idlibê ve û çû maleke taybet.

Di 15’ê Gulanê de jî, me istixbarata Emerîkî der barê vê yekê de agahdar kir.

Paşê me bi hev re şaneyek veşartî ku 3 Emerîkiyan digire nava xwe ava kir. ”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê anî ziman ku istixbaratê QSD’ê jî di nava wê şaneyê de, cihê tunelên li bin malê û hejmara kesên li gel Bexdadî diyar kirine.

Di dawiyê de, rojnamevanê hevpeyvîn bi fermandarê Giştî yê QSD’ê re çêkir diyar kir ku, istixbarat di hundirê DAIŞ’ê de pir kêm in û ber vê yekê hebûna kesekî wisa nêzî serçeteyê DAIŞ’ê, serkeftineke mezin a hêzên Kurdî ye.

Leave a Reply

Back to top button