Li Kerbelayê 18 kes hatin kuştin, 865 kes jî birîndar bûn

Xwepêşandanên li dijî gendeliyê û nebûna xizmetguzariyê yên li Bexda û bajarên din yên Iraqê di roja pêncem de dewam dike.
Di xwepêşandanên Kerbelayê de 18 kes hatin kuştin.

Li Iraqê li dijî gendelî û nebûna xizmetguzariyê xwepêşandanên li Bexda û bajarên din yên Iraqê dewam dikin.

Di roja 5’an de xwepêşandar careke din li qadanin.

Doh bi şev jî pevçûnên xurt di navbera artêşa Iraq û xwepêşandaran de çêbûn.

Tê gotin, li Kerbelayê di êrîşan de çek hatin bikaranin û di encamê de 18 kes hatin kuştin û 865 kes jî birîndar bûn.

Herwiha li Bexda û Nefef jî duh bi şev gel li qada bûn.

Hêzên ewlekariyê li Bexda bi bombeyên gazê êrîşê xwepêşandêran kir û li Necef jî heman alozî çêbû.

Ji ber aloziyê li Bexda rewşa awarte hate ragihandin û derketina derve jî hatiye qedexe kirin.

Ji destpêka xwepêşandanên Iraqê heya niha li bajarên Iraqê zêdetirî 200 kes mirine û xwepêşandêr daxwaza hilweşandina hikumetê dikin.

Leave a Reply

Back to top button