Misir ji Pompeyo re teqez divê Tirkiyê demografiya herêmê neguhere

Wezîrê Karê derve yê Misrê Samih Şukirî teqez kir ku ew hîna li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê ne û pêwîste ku tavilê were bidawîkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Misirê Samih Şukrî bi hempêşiyê xwe yê Emerîkî Mike Pompeyo bi rêya telefonê axivî û gelek mijarê di rojevê de nirxandin.

Şukrî careke din teqez kir ku ew li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne û girînge ku tavilê bi dawî bibe.

Her weha diyar kir ku pêwîste destûr ji Tirkiyê re neyê dayîn ku demografiya herêmê biguhere.

Û dest bi pêvajoya siyasî li gorî biryara Konseya Ewlehiya ya 2254 were kirin.

Misirê teqezî li ser têkoşîna li dijî terorê bi her awayî jî kir,ew jî di çarçoveya Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê.

Şukrî kêfxweşiya xwe bi kuştiya Bexdadî jî nîşan da.

Misir ji welatên destpêkê ye ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser bakur û rojhilatê Sûrî helwesta xwe nîşan da û banga bidawîkirina wê kir.

Leave a Reply

Back to top button