27 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê girtina rojnamevan Silêman Ehmed weke binpêkirina fikir û raman pênasekirin û gotin:
“Li gor yasayên Herêm û Iraqê jî nabe rojnamevan werin girtin.
Revandina Silêman Ehmed bêdengkirina dengên azade, binpêkirina fikir û ramanên azadiyê ye, ev yek li başûrê kurdistanê hatiye binpêkirin”.

Ev 27 rojin ji rojnamevan ji Silêman Ehmed agahî nayê girtin.

Silêman Ehmde li Deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) bêyî biryara dadgehê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hate revandin û heta niha aqûbeta wî nediyare.

Asayişa Duhokê di 30’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê nerast revandina Silêman Ehmed eşkere kir.

Têkildarî revandina Silêman Ehmed û siyaseta PDK’ê rojnamevanên Başûrê kurdistanê axivîn.

Berhem Letîf: Divê azadiya rojnamegeriyê were parastin

Rojnamevan Berhem Letîf da zanîn ku revandina Silêman Ehmed ya ji aliyê asayîşa PDK’ê ve yek ji tawanên din ên desthilata Herêmê yê.

Berhem got: “Li gor yasayên rojnamegerî li Herêm û Iraqê nabe rojnamevan werin girtin.

Divê azadiya rojnamegerî were parastin.”

Şato Mihemed: Rojnamevan ji ber eşkerekirina gendeliyên deshilatê tên girtin

Li ser heman mijarê Rojnamevan Şato Mihemed jî axivî û revandina Silêman Ehmed bi desthilata yasa danînê ya li Başûrê Kurdistanê heyî ve girêda.

Şato Mihemed got: “Gelek mînakên kuştina rojnamevanan ên ji aliyê desthilatê ve hene.

Wan rojnamevanan xwestin dosyên gendeliya li Başûr eşkere bikin.

Li vê derê azadî bi awayek berçav hatine tinekirin.

Rojnamevan nikarin bêy tirs karê xwe bikin û gendeliyên desthilatê eşkere bikin.”

Di dawiyê de jî Şato Mihemed got: “Kabîneya nehem tenê berjewendiyên xwe difikire.

Vê yekê jî welatiyan xistiye nava fikaran.

Ev kabîne ne tenê ji bo rojnamevanan, ji bo hemû welatiyan metirsiye.

Gelek qeyran, pirsgirêk û zehmetî ji welatiyan re derxistiye.”

26 rojin agahî ji rpjnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button