Hilbijartina encûmenên parêzgeha Iraqê

Endamên Mekteba Siyasî ya PADÊ bang li civaka Êzidî kirin ku di hilbijartina parêzgeha Mûsilê de nûnerên rast ên gel hilbijêrin û ev peyam dan:
“Divê civaka Êzidî wan kesan hilbijêre ku bikarin parastina Şengalê bikin.”

Di 18’ê Kanûnê de wê Hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê pêk were.

Li Deşta Nînowayê bi taybet jî li Şengalê rojeva esasî ya gel e ku her roj kampanyaya hilbijartinê geştir dibe.

Hêz û aliyên siyasî yên Deşta Nînowayê, bi navê Hevpeymana Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartina parêzgeha Mûsilê dibin.

Hevpeymanî ji tevayî pêkhateyên Deşta Ninowayê yên wekî Êzidî, Şebek, Şie, Tirkmen û Ereb pêk tên.

Di 19’ê Mijdarê de li Mûsilê namzetên xwe da nasîn û her wiha bernameya xwe ya siyasî ragihand raya giştî.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê 4 namzetên Şengalî bi lîsteya Hevpeymana Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartinan dibin .

Endamên Mekteba Siyasî ya PADÊ jî girîngiya hilbijartina parêzgeha Mûsilê ji ajansa Rojnews’ê re nirxandin kirin.

“Civaka Êzdî divê nûnerên rast bişîne encûmenê”

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Qehtan Xelîl di destpêka nirxandina xwe de balkişand ser girîngiya hilbijartinan û got:

“Lazim e civaka Êzidî kesên rast û durist ên ku wê piştevaniya Şengalê bikin û parastina Ezdatiyê bikin hilbijêre.”

“NÛNERÊ ME DÊ BIBIN DENGÊ GELÊ ME ”

Yek ji endamên Mekteba Siyasî ya PADÊ Ixlas Xelîl jî got:

“Divê gelê me dengê xwe bide yên di xizmeta wan de kar dikin.

Em hêvî dikin, civaka me ya Êzidî dengê xwe bidin namzetên PADÊ, ji ber namzetên PADÊ wê nûnertiya civaka me bike.”

“Wê nûnerên me xizmeya Şengalê bikin”

Mam Salih ku hem endamê Mekteb siyasî ya PADÊ hem jî endamê KNK’ê ye dibêje:

“Divê civaka Êzidî li ser sindoqê nûnerê xwe pêşbixe ku ew nûnerên me karibin xizmeta herêmê bikin.”

Back to top button