
Yekîtiya Kopperatîfan a Herêma Cizîrê ji bo Konferansa 1’emîn a Yekîtiya Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 48 nûnerên xwe diyar kirin.
Yekîtiya Kooperatîfan a Herêma Cizîrê bi beşdariya 200 delegeyên kooperatîfên herêmê, li bajarê Hesekê civîna xwe ya salê li dar xist.
Di civînê de hevserokê gerînendetiya Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Herêma Cizîrê Mihemed Sebrî behsa armancên yekîtiyê kir û got:
“Pêkanîna vê rêgezê, kar û xebatên komînan bi ser dixe, aboriya herêmê bi pêş dixe û rêgeza xwe-têrkirinê peyda dike.
Sepandina têgeha aboriya civakî, avakirina kooperatîfan di her komînekê û meclisekê de gelek girîng e.
Hevseroka yekîtiyê, Kînda Şêxmûs rapora salê ya yekîtiyê xwend û sînevizyonek têkildarî kar û xebatên kooperatîfan hate pêşandan.
Dawiya civînê, 48 delege hatin hilbijartin da ku di Konferansa 1’emîn a ya Kooperatîfên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nûnertiya kooperatîfên herêma Cizîrê bikin.