”Jin Jiyan Azadî bûyê dirûşmeyeke cîhanî”

Rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hesen diyarkir ku diruşma ‘Jin Jiyan Azadî’ felsefekeyek, pêvajoya têkoşîna jinan û pergala qirkirinê ya li hemberî wan şîrove dikin.

“Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî” dirûşma pêngava Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Li ser mijarê Jiyan hisen axifî û got:

“Dirûşma pêngavê û rengên wê ji rêzê nehatine hilbijartin.

Lê belê xwedî nîşaneyên dîrokî ne felsefeyek e, ku pêvajoya têkoşîna jinan û pergala qirkirinê ya li hemberî wan şîrove dikin.”

Jiyan Hisên destnîşan kir ku beriya ragihandina pêngavê û eşkerakirina dirûşma wê, gelek civîn hatin lidarxistin û got:

“Di civînan de rewşa jinan ji tevahî aliyan ve hat nirxandin.

Dawiyê de tevahî rêxistinên platforma çalakiyên hevbeş li ser vê dirûşmê li hev kir.′′

Derbarê beşê din ên dirûşma pêngavê an ku “Jin, Jiyan, Azadî” de Jiyan Hisên ev nirxandin kir:

“Jin, Jiyan Azadî êdî bûye dirûşmeke cîhanî.

Ev dirûşm di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de buyê senbola jiyana azad.

Niha jî ew dirûşme li cîhanê belav bû.

Jinên ji Hol û Dirbêsiyê li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin

Back to top button