Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyên xwe birfireh dikin.
Gerîlayan li Riha, Mêrdîn û Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin.
Di çalakiyan de bi giştî 18 tîmên taybet û leşkerek artêşa tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Riha, Mêrdîn û Colemêrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê:
27’ê Cotmehê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Serzer ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn.
Gerîlayan li çeper û stargehên dijmin xistin û di encamê de leşkerekî hate kuştin.
Heman rojê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li ser rêya Riha-Semsûrê li wesayiteke polîsên tîmên taybet xistin.
Di encamê de 4 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.
20’ê Cotmehê li qada di navbera navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û navçeya Wêranşarê ya Rihayê de artêşa Tirk dest bi operasyona dagirkeriyê kir.
Her weha di çarçoveya Pêngava Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de gerîlayan di navbera gundên Erbetê û Simakê yên Dêrikê de li wesayiteke zirxî xistin û teqandin.
Gerîlayan li herêma operasyonê gelek caran bi leşkerên dijmin re şer kirin û gelek leşkerên dijmin hatin kuştin.
Di çalakî û şerê qewimî de bi giştî 14 tîmên taybet hatin kuştin.
HPG’ê ragihand ku di encama van şeran de 3 gerîla şehîd bûne û di demên pêş de wê nasnameya wan bi raya giştî re were parvekirin.