Tevî agirbest heye jî lê ji ber, êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li her derê şer heye.
QSD’ê ragihand ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk yên li herêmê bê navber dewam dikin û 80 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê encama şerê 24 seatên dawî bi daxuyaniyeke eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê,
Artêşa Tirk û çeteyên wê, êrîşî gundên Um Eşpa, Bab El Faraç, Emirad, Til Qertel, Sê Neqliyê Dawidiyê, Bab El Xêr û Mirêkis ên eniya Dirbêsiyê û Zirganê kirin.
Di encama bersiv dayîna şervanan de 47 çete û leşker hatin kuştin û 2 wesaîtên leşkerî hatin teqandin..
Li gundên El-tewîla, Erîşa û Leylan ên di navbera Serê Kanî û Til Temirê de jî êrîşên çeteyan hebûn.
Li vir jî 14 çete û leşker hatin kuştin.
Her weha li herêma di navbera Girê Spî û Eyn Îsayê de jî çeteyan dewleta Tirk êrîşî gundên Qandiriyê, Besriyê, Xirbet Faris û Ebu Xerza kirin.
Şervanên QSD’ê bersîv dan van êrîşan û piştî şerekî giran 19 çete û leşker hatin kuştin..
QSD’ê diyar kir ku, di 24 seatên dawî de bi giştî 80 çete û leşker hatin kuştin,
2 wesaîtên doçka li ser barkirî û 2 wesaîtên leşkerî hatin teqandin.
QSD’ê ragihand ku di encama şer û êrîşan de şervanekî QSD’ê şehîd û 8 jî birîndar bûn.