Li Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampaniya boykotkirinê malên Tirkî hat kirin

Pêla boykotkirina malên tirkî pêl bi pêl ferh dibe.
Encûmena Rêxistinên Civaka Sivîl a Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwest ku bi baykotkirina berhemên dewleta faşîst Tirkiyê re li dijî desthilat û dagirkeriyê rabin.

Encûmena Rêxistinên Civaka Sivîl a Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi slogana “Em bi baykotkirina berhemên Tirkiyê piştevaniya berxwedana Rojava dikin” dest bi kampaniya xwe kirin.

Encûmena Rêxistinên Civaka Sivîl a Merîwanê derbarê kampaniyê de daxuyaî dan.

Encûmenê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi rê û rêbazên curbecur em dikarin bibin bersiv ji dagirkeriya dewlta tirk re.

Encûmena Rêxistinên Civaka Sivîl destnîşan kir ku ji bo sedemên cuda her tim kurdistan ji bo kelûpelên tirkiyê bûye bazarek mezin.

Bila her kes bizanibe ku baykot rêyeke ku ji şîdetê dûr e, ji aliyê gelên ku ji pergala heyî ya xwînrêj hêrs bûye û bi hêviya cîhanekî dûrî şer weke alternatîf wê bingeh bigirin û di cîhanekî tije heskirin de bijîn.

Encûmenê boykotkirina malê tirkiî weke têkoşîna sivîlan li dijî dagirkeriyê hat bi nav kirin û diyar kir ku, vîna gel wê hevsengiyên siyasî ya şaş ji hev belav bibe.

Encûmena Rêxistinên Civaka Sivîl a Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo boykotkirina malên tirkî ev xal rêz kirin:

1- ji bo lawazkirina aboriya tirkiyê boykotkirina malên tirkiyê

2- Rakirina kenalên tirkî ji setalaytê.

3- Divê nav û etîketên tirkî neyên bikaranîn.

4- Qutkirina çûyîn û hatine Tirkiyê.

.

Leave a Reply

Back to top button