Kobanê-Li dijî tundiya li ser jinan meşek hat li darxistin

Em ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li se jinê ve diçin.
Ew roj nêz dibe û çalakiyên jinan bi boneya rojê her diçin zêde dibin.
Îro jî li gelek bajar û navçeyan rêzeçelakî hebûn.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan li herêmê çalakî tên li darxistin.

Mêrên herêma Firatê li qada Şehîd Egîd a Kobanê li hev kom bûn û heta Qada Jina Azad meşiyan.

Endamê Meclîsa Giştî a PYD’ Ehmed Xoce axivî û got:

“Divê jin vê firsenda dîrokî ya ku Rêber Ocalan daye wan, bi kar bînin. Xwe, cewher û mafên xwe biparêzin.

çend saniyên ji kona Hîlala Zêrîn û Koma Şano biherikînin.

“Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî”

Li Reqa jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclisa jinên PYD’ê semînerên li ser dijî tundiya li ser jinan Semîner dan.

Semîner bi durişmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, jin, jiyan, azadî” hat dayîn.

Tundiya li ser jinê, xilasiya jin ji tundiyê li gorî zanista jinê jinelojî, mijarên semînerê bûn.
çend saniyan bidin..

Li Tebqayê jî bi beşdariya jinan û ciwan semînerek hat dayîn.

Hat gotin, divê jin di warê perwedeyê bêtir xwe zana bike.”

Meclisa jinên Zenûbya li Dêra Zorê jî li dijî tundiya li ser jina semînerek li darxist.

Li vir jî rewşa jinan di şer, şoreş û herêmên dagirkirî hat nîqaşkirin.

Meclisa jinên a PYD’ê li navçeya Girkê Legê jî semînerek li dar xist.

Di semînerê de hat ziman ku divê jin li tevahê Bakur û Rojhelatê Sûryê van gavan bavêjin, felsefeya rêber Apo belav bikin û xwe pêşbixin.

Li Qamişlo Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûrî semînerek da

Back to top button