Rrêveberiya Xweser: Tirkiyê nahêle stasyona avê were çêkirin, wê kareseteke mirovî rû bide

Ji ber topbarana dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê stasyona avê ya li gundê Elok yê Serê Kaniyê zirar dît. Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî hişyar da ku eger stasyon neyê sererastkirin, wê kareseteke mirovî li herêmê rû bide.

Buroya Rêxistin û karûbarên mirovî darbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

Dagirkeriya Tirkiyê stasyona Avê ya li Elokê kiriye baregeheke leşkerî û nahêle ku tîmên çeksaziyê stasyonê sererast bikin.

Ev yek jî rê li ber kareseteke mirovî vedike.

Ji ber ev stasyon avê dide Hesekê û gundewarê wê.

Neteweyên Yekbûyî xeber da me ku, Tirkiyê bi îdîaya herêm leşkerî ye zextê li tîmên çeksaziyê dike ku ji herêmê vekşin ji ber ku xeterî li ser wan heye..

Lê ev hewldaneke eşkere ya dagirkeriya Tirkiyê ku, zêdeyî 500 hezar kesî ji şêniyên Hesekê û gundewarê wê bê av bihêle.

Buroya Rêxistin û karûbarên mirovî dawiyê bi bîr xist ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê bi hezaran kesî berê xwe da Hesekê, û ji ber xemsariya saziyên mirovî rewşa koçberan pir zehmete.

Leave a Reply

Back to top button