KCDK-E: RABIN SER PIYAN Û HER DERÊ BIKIN QADA ÇALAKIYÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa, piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê banga çalakiyan li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa kir.

KCDK-E’yê got: Xaka Kobanê bi xwîna jin, ciwan, zarok û bi sedan enternasyonalîstan hatiye avdan.

Pêwîste em her derê bikin qada çalakiyê û rûyê qirker ê Erdogan ê dîktator û artêşa Tirk a barbar û dagirker nîşanî tevahiya cîhanê bidin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê, li dijî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanê û Girê Spî bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşan da.

KCDK-E’yê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker ku hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye, bi êrişên hovane li ser gundên Kobanê, pîlana komkujî û dagirkeriyê dike.

KCDK-Ewropa got:

Artêşa Tirk piştî dagirkirina Efrînê bi desteka hevkarên xwe yên PDK’ê êrîş bir ser Başûrê Kurdistanê, ji ber derbên giran ên ji gerîla xwarin, niha jî hewl dide Kobanê û gundên wê dagir bike.

KCDK-E’yê şoreşa rojava ku ji Kobanê destpê kir û rizgarkirina Kobanê û gelek herêmên din ji çeteyên DAÎŞ’ê bibîr xist û wiha got:

Dewleta Tirk a faşîst û dîktator Erdogan ê ji bo qirkirina Kurdan sondxwarî ye, li pey tolhildanê ye.

Li dijî êrişên qirker yên dewleta Tirk a dagirker jî KCDK-E’yê ev banga lezgîn kir:

Gelê me yê welatparêz ê li Ewropayê, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesên li dijî faşîzmê ne, divê metirsiya li ser Kobanê û Şoreşa Rojava ku sembola azadiyê ya mirovahiyê ye bibînin û bi kevneşopiya berxwedana Kobanê ya dîrokî rabin ser piyan.

Ji bo parastina vê xakê ku bi xwîna jin, ciwan, zarok û bi sedan enternasyonalîstan hatiye avdan, ji bo xwedîderketina li vê xakê, divê bi lezgînî çalakî werin kirin.

KOMELÊN CIWAN: BI RIHÊ BERXWEDANA KOBANÊ DAKEVIN QADAN

https://anfkurdi.com/kurdistan/komelen-ciwan-bi-ruhe-berxwedana-kobane-dakevin-qadan-104096

Koordînasyona Komelên Ciwan jî bi heman armacê bang li ciwanên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Ewropa kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê serî hilde û dakevin qadan.

Koordînasyonê got;

Divê ciwan bersiva pêwîst bidin êrîşên faşîma dewleta Tirk û her qadê bikin qadên çalakî û serhildanê.

Leave a Reply

Back to top button