Ji HPG’ê operasyona şoreşgerî

Gerîlayên li herêma Zapê ku tevlî operasyona şoreşgerî bûn, amadekarî û nêrînên xwe vegotin.
Gerîlayan anîn ziman dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê hewl dide xwe li herêmê bi cih bike û gotin: “Em ê destûr nedin ku leşkerên Tirk li ser Girê Amediyê bi rehetî bimînin.”

Yekîneyên gerîla ên li Zapê li dijî dagirkeriya Tirkiyê ku hewl dide bi piştgiriya PDK’ê li herêmê bi cih bibe operasyoneke şoreşgerî pêk anîn.

Di operasyona şoreşgerî a 19-20’ê Mijdarê de 49 leşkerên arteşa tirk hatin kuştin.

Gerîlayên tevlî operasyonê bûne: Tirkiye wê rehet li vir nemîne

Gerîlayên HPG-YJA Starê ên tevlî operasyona şoreşgerî bûn, amadekarî û nêrînên xwe ji ajansa ANF’ê re vegotin.

Ji gerîlayên YJA Starê Tekoşîn Bilîkî ku pêşengî ji çalakiyên li qadên re dike diyar kir ku rizgarî wê bi têkoşîna çekdarî bibe.

Tekoşîn Bilîkî destnîşan kir ku pêvajoya herî girîng a şer, amadekarî ye û got:

Me keşif, îstixbarat û planên xwe temam kir.

Ya herî girîng jî moral û motîvasyon di asta herî bilind de ye.

“Em ê destûr nedin ku leşkerên Tirk li ser girê Amediyê bi rehetî bimînin”

Ji gerîlayên HPG’ê Çetîn Serhat jî anî ziman ew ê destûr nedin ku leşkerên Tirk li ser Girê Amediyê bi rehetî bimînin.

Gerîla Hewrê Bêkes jî ku tevlî operasyona şoreşgerî bûye, diyar kir ku artêşa Tirk bi alîkariya malbata Barzanî dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir dikin.

Back to top button