Eniya piştevaniya Rojavayê Kurdistanê li gel nûnerên neteweyên yekbûyî civiya

Şandeyek ji Eniya Piştevaniya Rojavayê Kuridstanê binpêkirinên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê gihandin Nûnertiya Netewên Yekbûyî ya li Silêmanî.

Di saetên êvarê de şandeyek ya Eniya Piştevaniya Rojavayê Kuridstanê li avahiya Walitiya Silêmanî li gel Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Silêmanî civiyan.

Piştî civînê Endamê Eniya Piştevaniya Rojavayê Kuridstanê Bekir Şêx Selah têkildarî naveroka civînê ji çapemeniyê re axivî û got;

Me daxwaznameyek pêşkêşî nûnerê Netewên Yekbûyî kir.

Her wiha me behsa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê jî kir.

Şêx Selah da zanîn ku wan di civînê de daxwaz ji NY kirine ku penaberên Rojava neyên Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê Netewên Yekbûyî alikariya wana bikin.

Şêx Selah anî ziman ku nûnerê NY jî da zanîn ku ewê ji bo pêkanîna van daxwazan bikevin nava hewildanên cidî.

Bi taybetî jî alîkarîdana penaberên Rojava di nava xaka Rojavayê Kurdistanê de.

Leave a Reply

Back to top button