Rêxistinên Jinan: Emê ji bo hişyarkirina ferdên civakê têbikoşî

Li başûrê Kuristanê 7 rêxistin û tevgerên jinan li dijî tundiya li ser jinê daxuyanî dan.
Jinan diyarkirin ku têkoşîna wan ya ji bo hişyarkirina ferdên civakê wê bidome.
Her wiha li Şengal û Qendîlê jî jinan bi çalakiyên cûda balkişandi li ser têkoşîna jinê û banga bidawîkirina her cûre tundiya li ser jinan kirin.

Li Başûrê Kurdistanên bi boneya 25’ê mijdarê çalakiyên rêxistin û tevgerên jinan bê navber berdewam dikin

Doh li Parka Nalî ya Silêmaniyê 7 rêxistin û komên jinan ê başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Her Roj 25’ê Mijdarê, Her Roj Têkoşîn’ daxuyaniyek dan û got..

“Ligel têkoşîna bê westan a jinan, pergala modern a baviksalarî û kapîtalîst hê jî hewl dide bi komplo û polîtîkayên hovane rê li ber têkoşîna jinan bigire.

Ya ku tirsa herî mezin ji pergalê re afirandiye têkoşîn û pêşketina jinê ye.

Sîstema kapîtalîst ya li Başûrê Kurdistanê ku jinan dike kole, jin xistine rewşeke xeter û trajîk.

Em peyama xwe ji hemû jinan re dubare dikin û soz didin ku em ê li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin.”

Bi boneya 25’ê Mijdarê Jinan Binarê Qendîlê daxuyanî dan

Her wiha Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan-RJAK’ê jî li gundê Qela Tûkan yê Binarê Qendîlê bi heman armancê daxuyaniyek da.

Li ser navê RJAK’ê Şilêr Mihemed daxuyanî xwend û wiha hate gotin:

“Weke ku tê zanîn jin bi hezaran salin rastî qirkirin, tundî û destdirêjiyan tên.

Her roj bi hezaran jin li ser navê namûsê dibin qurbaniyên mêr û dewletê.

Em weke jin bi tu awayî rê nadin tundiya li ser jinê berdewam bike..

Divê her kes bizane ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”

Li navçeya SÎba Şêx Xidir a Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarî çalakiyek hate lidarxistin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi boneya 25’ê Mijdarê li Sîba Şêx Xidir semînerek ji bo jin û mêran dan.

Di semînerê de taybet li ser rola jinên Êzidî di têkoşîna azadiyê de hate sekinîn.

Semîner ji aliyê Endama Rêveberiya TAJÊ dayê Neam Bedel û Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate dayîn.

Riham Hesen destpêkê axivî û got: ‘Êdî jinên Êzidî weke berê nînin û hêza wan ya têkoşînê zêde bûye. Jinên me yên Êzidî dibêjin, eger bi me jî mabe, emê Şengalê terk nekin. Ev jin îradeya xwe naskirine.”

Piştî axaftina Riham Hesen, Endama Rêveberiya TAJÊ Neam Bedel jî axivî û diyar kir, ne tenê jin divê mêr jî girîngiya vê rojê bizanin û xwe li gorî fikrê Rêber APO perwerde bikin, rêxistin bikin.

Li Hesekê jinan rêbazên rêgirtina li tundiyê nîqaş dikin

Back to top button