Her wiha Meclisa Parlemeteran a Kongresa Emerîka bi piraniya dengan pêşnûmeya naskirina fermî ya Qirkirina Ermeniyan a 1915’an ji aliyê dewleta tirkiyê ve erê kir.
Ev biryar ji aliyê 405 senatoran ve hat erêkirin û ji aliyê 11’an ve hat redkirin.
Balkêşe ku ev pêşnûme piştî 6 mehan di salvegera 96’emîn damezrandina Komara Dewleta Tirk de hate qebûl kirin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çawuşoglu ev biryar şermezar kir û got ku Emerîka ji bo berjewendiyên siyasî dîrokê ji xwe re bi kar tîne.
Çawuşoglu got: Biryara Emerîka wê bi ti awayî neyê qebûlkirin.