Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov diyar kir ku yekparabûna axa Sûriyê û serxwebûna wê erê dikin û hemû hewldanên cihêkariyê red dikin.
Lavrov her wiha got, hebûna Emerîkî û koalîsyonê ya li Sûriyê jî li dijî qanûnên navdewletî ye.
Wezîrên derve yên Rusya, Tirkiye û Îranê piştî civîna xwe ya Soçiyê duxyaniyek hevbeş dan çapameniyê.
Lavrov diyar kir ku wezîrên her sê welatan serxwebûn û yekparabûna axa Sûriyê erê kirine û li ser axa Sûrî hemû hewldanên cihêkariyê red dikin.
Lavrov ji bo hebûna Emerîkî ya li Sûrî jî got:
Tevgera Emerîkî ya li Sûriyê derveyî qanûna navdewletî ye.
Emerîka û endamên koalîsyonê yên di bin rêveberiya wê de li Sûriyê, derveyî qanûnê ne.
Li dijî helwesta hukumeta rewa a Sûriyê dimînin.
Lavrov diyar kir ku hebûna Rûsya, Îran û Tirkiye bi peymanên Soçî û yên din hatiye diyarkirin. Lê şaş e ku vê yekê û hebûna Emerîkî û koalîsyonê em bidin ber hev û wiha dewam kir:
Tevî vê yekê, Emerîka bi daxuyaniyên ji xwe bawer dibêje ev hebûna min a derveyî qanûnî ji bo parastina dewlemendiya petrolê ye.
Yanî petrola Sûriyê li dijî gelê Sûriyê diparêzê.
ZERÎF: EM MAYÎNA EMERÎKA LI SÛRIYÊ QEBÛL NAKIN
Di daxuyaniya hevbeş de, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Zerîf teqez kir ku ew ê li Sûriyê bimînin madem Sûriya û gelê xwe wan dixwazin.
Wezîrê Îranî jî ji bo mayîna Emerîka ya li Sûrî anî ziman ku mayîna Emerîka ya li ser bingeha parastina petrolê nayê qebûlkirin.