Berdevkê eşîra Begara: em li dijî dagirkeriya dewleta tirk in

Şêx û berdevkê Eşîra Begara li Çiyayê Kezwana teqez kirin ku ew weke eşîr û şêxên herêmê bi her awayî li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne û her li pişta hêzên xwe QSD’ê ne.

Şêx û Berdevkê Eşîra Begara li Çiyayê Kezwana Besam El-Celîş dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û got:

Armanca Tirkiyê guhertina demografiya herêmê ye.

El Celîş diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaz xeta sînor parçe bike û dest deyne ser axa me û mîna li Efrînê dîwarê parçekirinê lê bike.

El-Celîş teqez kir ku eşîrên herêmê û şêxên wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne û ew bi her awayî li pişta hêza xwe QSD’ê ne.

Her weha Berdevkê Eşîra Begara Besam El-Celîş diyar kir ku eşîrên herêmê bi lihevkirina di navbera QSD’ê û rêjîma Sûrî ya ji bo parastina sînor jî kêfxweş in.

Leave a Reply

Back to top button