Civînên komîteyê destûra nû ya Sûriyê li Cenevreyê dest pê dikin

Civînên Komîteya Destûra Bingehîn a nû ya Sûrî îro li Cenevre dest pê dikin. Çav li rê ye ku yek ji mijara sereke ya civînê êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê be.

Pêvajoya Hevdîtinên Cenevreyê, ku di 2011’an de ji bo li Suriyê çareseriyek siyasî pêk were bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî hatibû destpêkirin, bi civînên Komîteya Destûrî ya Surî dikeve qonaxeke nû.

Civînên komîteyê di 30’ê Cotmehê de dest pê dikin û di vê çarçoveyê de wê îro Nûnerê Taybet yê Suriyê Geîr Pedersen bi garantorên hevdîtinên Astanayê Wezîrên Karên Derve yê Rusya, Îran û Tirkiye re li Cenev were cem hev.

Çav li rê ye ku di civînên komîteyê de yek ji mijara sereke ku were nîqaşkirin jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî be.

Di komîteya ji 150 kesan de endamên Rêveberiya Xweser ku ji sedî 32 xakên Sûriyê kontrol dike û xakên Sûrî ji terora DAIŞ’ê rizgar kiriye cîh nagire.

Weke hevdîtinên li Cenevreyê, ji ber dijberiya dewleta Tirk û komên opozisyonê yên di bin kontrola hêzên herêmî de hebûna Rêveberiya Xweser hatiye redkirin.

Rêveberiya Xweser gelek caran destnîşan kiribû beyî hebûna kurdan ti planên çareseriyê wê encam negirin.

Leave a Reply

Back to top button