Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mûhammed Alî El Hakîm diyar kir, qanûnên Iraqê rê nadin ku DAÎŞ’iyên Ewropî yên ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatine Iraqê werin darzandin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mûhammed Alî El Hakîm ji rojnameya NRC a Hollandayî re axivî:
Mûhammed Alî El Hakîm diyar kir ku qanûnên Iraqê rê nadin ku DAÎŞ’iyên Ewropî yên ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûrî hatine Iraqê werin darzandin.
El Hakîm destnîşan kir ku Iraq tenê dikare DAÎŞ’iyên welatiyê Iraqê darizîne û got:
“Em berpirsyariya welatiyên xwe, hevser û zarokên wan hildidn ser milê xwe.”
El Hakîm destnîşan kir ku divê welatên Ewropayê jî heman tiştî bikin.
Wezîrê Karên Hundir ê Belçîkayê Pîeter De Crem di destpêka meha Cotmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku DAÎŞ’iyên biyanî li devera ku sûc kirine divê bên darizandin û gotibû, “Ev dever jî divê Iraq be.”
Danîmarka, Hollanda, Fransa, Norwêc, Swêd û Îngilistan jî piştgiriya vê pêşniyarê kirin.