WÊ 2’YÊ MIJDARÊ BIBE ROJA BERXWEDANA CÎHANÊ JI BO ROJAVA

Piştî ku di 9’ê Cotmehê de dewleta Tirk li dijî Bakûr û Rojhilatê Surî dest bi êrîşên xwe yên dagirker kir, gelên cîhanê piştgirî dan Kurd û gelên herêmê û li dijî dagirkeriyê daketin qadan. Di 2’ê Mijarê de jî wê li tevahiya cîhanê bi navê Roja Berxwedana Cîhanê ya ji bo Rojava çalakî pêk werin. 

Li dijî êrîşên dewlta tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî 2’ê Mijdarê weke Roja Berxwedana Cîhanê ya ji bo Rojava hate ragihandin.

Di serî de welatên Ewropayê wê di 2’ê Mijdarê li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya bi Rojava re wê çalakiyên girseyî pêk werin û dagirkeriya dewleta Tirk were şermezarkirin.

Di serî de li welatên Ewrûpayê, li hemû welatan amadekariyên çalakiyê dewam dikin.

Ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê Partiya Çep jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew piştgiriyeke xurt didin xwepêşandanên 2’ê Mijdarê.

Partiya çep xwest ku dagirkeriya Tirkiye were rawestandin, ji bo Tirkiye çek neyên firotin û li Almanyayê qedexeyên li dijî gelê Kurd bi dawî bibin.

Leave a Reply

Back to top button