Bi boneya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê ji fermandarên QSD’ê Îsmet Şêx Hesen axivî.
Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku PKK’ê xwe gihand bi milyonan mirovî, bi deh hezaran şervanên xwe hene û got:
Li her devera cîhanê mirov rakir ser piyan.
Ruh û hêza PKK’ê bindestan hemûyan digihîne hev.”
Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Îsmet Şêx Hesen bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê nirxandin kir .
Îsmet Şêx Hesen anî ziman ku PKK ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ji nû ve vejîn e û got:
“Dijmin digot ‘Me Kurd tune kir, xist gorê,, careke din wê nikaribe serî hilde.
Lê belê destpêkirina têkoşîna PKK’ê ev yek têk bir.”
Îsmet Şex Hesen: PKK’ê ji bo gelên bindest hemûyan bû hêvî
Îsmet Şêx Hesen destnîşan kir ku PKK bi feraseta xwe ya biratiya gelan bandor li gelên Rojhilata Navîn hemûyan kiriye û got:
“PKK ji bo hemû gelên bindest bu hevi.
Mirov dema bala xwe bidin ser şehîdên destpêkê yên PKK’ê wê cewhera vê felsefeyê bê fêhmkirin.
Şehîdê destpêkê yê li Tirkiyeyê Tirk e. Li Sûriyeyê jî şehîdê destpêkê Ereb e.
Gelan xwe di nava PKK’ê de dîtin, lewma ji her derê, ji her gelî tevlîbûn li nava PKK’ê çêbû.
Mirov bêşert û merc, bêyî ku li benda tiştekî bimîne li çiyayên Kurdistanê canê xwe dan.
Hîn jî şer dikin. PKK ji ber vê yekê bi bandor e.”
“Bi têkoşînê em ê maf û nasnameya xwe bi dest bixin”
Îsmet Şêx Hesen da zanîn ku hêz û ruhê PKK’ê gelên bindest hemûyan digihîne hev û wiha domand :
“PKK wê gelên bindest hemûyan bigihîne maf û nasnameya xwe, ji ber ku soz da şehîdan, Rêbertî û gelan.
Bila dilê gelan rehet be, bêhêvî nebe. Bawerî û hêviya me xurt e.
Em gelên bindest em ê mafên xwe û nasnameya xwe bi dest bixin.”



