Rêveberiya Xweser bi rashatina1’ê Mijdarê ya Roja Kobanê piştrast kir ku ew dûrxistina nûnerên pêkhateyan ji komîteya destûra Sûriyê qebûl nakin û tiştên di wê destûrê de derkevin, pêk naynin.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke nivîskî spasiya tevahî gelên cîhanê ku piştegiriya Berxwdana Kobanê kirine, kir û got:
Dewleta Tirk hewl dide ji nû çeteyên DAIŞ’ê zindî bike û ev jî bi êrişên wê yên dawîn ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyar dibe.
Bi avakirina vê komîteyê re vîna 5 milyon welatiyên Sûriyê û nûnerên Rêveberiya Xweser hat dûrxistin.
Heke em beşdarî avakirina komîteya destûrê û kongreya Cinêvê nebû wê bibe pirsgirêkeke cidî û dê li gor wê komîteyê tev negerin.
Em bang li tevahî dewletên cîhanê yên ku bi navê demokrasiyê, wekheviyê û jiyana birûmet diaxivin dikin ku li dijî van komkujiyên ku li dijî gelê Sûriyê pêk tên bisekinin û nehêlin komkujî pêk werin.