Wezareta parastinê ya Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk, bang li QSD’ê kir tevlî artêşa Sûrî bibe

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, hikumeta Şamê bang li QSD’ê kir ku tevlî artêşa Sûrî bibe.

Wezareta Parastinê ya Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek da û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bang li Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kir ku tevlî artêşa Sûrî bibin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyê di daxuyaniya xwe de weha got:

Dijminê me yek e.

Ji bo em xaka xwe ji bin destê dijmin vegerînin divê em hemû gelên Sûrî ji Ereb û Kurd li ber xwe bidin.

Ger bixwazibin tevlî me bibin, em amade ne pêşwaziya her endam û yekîneyê bikin.”

Wezareta Parastinê diyarkir ku ew ê rewşa kesên ku tevlî eskeriyê nebûne, yên îhtîyat jî ji nû ve sererast bikin.

Li ser vê daxwaza Wezareta Parastina Sûrî, heta niha QSD’ê ti daxuyanî nedaye.

 

Leave a Reply

Back to top button