QSD’Ê BERSIVA REJÎMÊ DA EM BI TI AWAYÎ RÊBAZA BANGÊN POŞMANIYÊ QEBÛL NAKIN

Wezareta Parastinê ya Sûrî bang li hêzên QSD’ê kir da ku tevlî nava artêşa Sûrî bibe. Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bersiv da banga wezaretê..

Fermandariyê hewldanên ji bo parastina axa Sûrî li hemberî dagirkeriya Tirk bi qîmet nirxand û wiha got:

Hemû hewldanên ji bo parastina li dijî dagirkeriya Tirk ji bo me bi nirx in.

Ji bo hevgirtina hêzan, me roja pêşî helwesta xwe eşkere kir.

Divê taybetmendî û hebûna QSD’ê were pejirandin. Ji bo rewşa hêzên parastinê ji nûve were dîzaynkirin divê xebateke hevbveş pêş keve.

Me weke hêzên QSD’ê bi hemû pêkhateyên xwe û li pêş çavên cîhanê nîşan da ku yên herî zêde Sûrî diparêzin em in.

Bi şerekî mezin me karîbû dawî li DAIŞ’ê bînin.

Dûbare em dibêjin, QSD’ê hêzeke leşkerî ya xwedî dîsîplîn e.

Em bi ti awayî rêbaza bangên poşmaniyê qebûl nakin.

Ji ber vê yekê li şûna poşmaniyê, pêwîst dikir wezareta parastinê ya Sûrî banga vekirina deriyê diyalogê kiriba.

Encax di rewşeke wiha de niyeta rast a ji bo yekkirina hêzên parastinê dikare xwe bide der.

Leave a Reply

Back to top button