Li Mexmûrê çalakiya nobetê a li dijî tecrîdê bi biryardarî dewam dike

Li Mexmûr çalakiya nobetê ya ku bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpêkiribû dewam dike.
Îro jî koma 28’an çalakî dewir girt.

Li Wargeha Penaberana a Şehîd Rûstem Cûdî çalakiya nobetê ya ku bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê kiribû dewame.

Çalakiya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi koma 28’an dewam dike.

Beriya merasîma dewirgirtinê, ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 27’an Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû axivî.

Mûrad Encû girtiyên PKK û PAJK’ê yên ku ketine greva birçîbûnê silav kir û got:

“Em wek xelkê wargehê heta dawiyê piştgiriya wan dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê çi ji destê me were em ê pêk bînin.”

Piştî axafitinê koma 28’an çalakî dewir girt.

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 129’an de didome

Back to top button