PENTAGON DÎMENÊN KUŞTINA EL-BEXDADÎ BELAV KIRIN

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê dîmenên operasyona kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî belav kirin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkayê General  Kenneth McKenzie bi riya kongreyeke çapemeniyê dîmenên kuştina El-Bexdadî belav kirin.

General  Kenneth McKenzie diyar kir ku bi riya lêkolînkirina “DNA” hat naskirin ku kesê hatî kuştin El-Bexdadî bixwe ye.

Kenneth McKenzie got ku di dema operasyonê de ku li parêzgeha Idlibê pêk hat, çeteyên li dora El-Bexdadî gule li ser hêzên Emerîkî berdan.

McKenzie da zanîn ku El-Bexdadî bi du zarokên xwe re xwe teqand ku temenê wan kêmî 12 salan bû.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkayê General  Kenneth McKenzie got ku di operasyonê de tevî Bexdadî 5 DAIŞ’î di nav de 4 jin hene hatin kuştin û termê El-Bexdadî li gorî qanûnên leşkerî di deryayê de hat avêtin.

Her wiha hêzên Emerîkî gelek belge û amûrên elektironîk desteser kirin.

Di kongreyê de  li ser hevkariya Koalsyona Navdewletî ya li dijuî DAIŞ’ê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD tekez kir û dîsan û da xuyakirin ku QSD’ê di vê operasyonê de daneyên girîng der barê Ebû Bekir Besdadî de dane wan.

Her wiha  li ser hebûna hêzên Emerîkî li Sûriyê ji bo rêgirtina li ber zindîbûna DAIŞ’ê jî tekez kir.

Leave a Reply

Back to top button