
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed ragihand ku, tevî qada hewayî di destê Pentagonê de ye lê belê Hêzên Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser bakur û Rojhilatê Sûrî didomînin.
Ilham Ehmed li ser malpera xwe ya Twitterê diyar kir ku “ev 21 yek roj in Dewleta Tirk û komên wê bi palpiştiyeke asîmanî ya Emerîkî êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî didomînin”.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê teqez kir ku, “rawestandina şer çênebûye, berovajî wê, êrîş bi dijwarî û hemû şêweyê xwe didome”.
Ilham Ehmed,êrîşên li ser Til Temirê bibîr xist û diyar kir ku, “ew herêm ne di nava lihevkirinê de ye, lê tevî wê niha rastî êrîşeke dijwar a tank, balafirên keşfê bi moşekan û topavêjan tê” û got,
“Til Temir bajarê, Surya, Asûr, Xiristiyan, Kurd û Ereban e. Niha jî qirkirina etnîkî derheqê şêniyê wê de tê meşandin”
Hefteya borî Îlham Ehmed beşdarî rûniştina Kongressa Emerîkî bû û li wir, sûcên dewleta Tirk û komên wê yên çete raber kir û wêneyên qurbaniyên dagirkeriyê jî, parve kir.