Serê vê sibehê li navenda bajarê Efrînê teqîneke mezin rû da û di encamê bi dehan kuştin û birîndar çêbûn.
Li Efrîna di bin dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê de, vê sibehê teqîneke mezin rû da.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergiritin, bi qasî 9 kes hatin kuştin û nêzî 30 kesî jî birîndar bûn.
Heta niha ti kes an kom berpirsyariya teqîne negirte ser xwe.