LI HERÊMÊN DERDORA HELEB HEMA IDLIB Û LAZQIYÊ ŞER Û TOPBARAN DIDOME

Herêmên navbera parêzgehên Heleb, Hema, Idlib û Lazqiyê ji aliyê hêzên rêjîma Sûrî ve bênavber dibin hedefa êrîşan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku herêmên derdora gundê Atşan  û Kefrenbûda  ên li bakur-rojhilatê Hemayê dikevin, rastî topên rêjîmê hatin.

Taxa Şarê Nîl  a ku li rojavayê bajarê Helebê dikeve ji aliyê çeteyan ve hat topbarankirin.

Li başûr-rojhilatê Idlibê jî, li herêma Tel Mereq  erebeyek hêzên rêjîmê ku tije cebilxane bû hat teqandin.

Dîsa, herêmên El-Temeni’a , Skîk , Tehteya , El-Xuwên , Ez-Zerzor , El-Mişirfê  û El-Fircê  ên li gundewarên başûr-rojhilatê Idlibê dikevin, ji aliyê rêjîmê ve hatin topbarankirin.

Leave a Reply

Back to top button