Mazlûm Ebdî: Dewleta Tirk agirbesta bi Emerîkayê re têk bir

Ji bo parastina mafên Asûrên Sûriyê, QSD’ê bang li Emerîkayê kir ku erka xwe pêk bîne û rê li ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Til Temirê bigire.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi tîwîttekê anî ziman ku dewleta Tirk li gorî agirbesta di navbera wê û Emerîkayê de kiribû tevnegeriya ye û êrîşên xwe jî dewam dike.

Ebdî bal kişand ser hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk û weha got:

MAZLÛM EBDÎ:
DIVÊ EMERÎKA PÊŞÎ LI QIRKIRINÊ BIGIRE

Dewleta Tirk û çeteyên xwe dest bi dagirkirina gundên Xiristiyanan dikin û hewl didin derbasî bajarokê Til Temirê yê piraniya şêniyên wê Asûrî ne, bibin.

Pêkhateya Asûran li ber qirkirinê ye.

Divê Emerîka pabendî sozên xwe bibe û erka xwe pêk werîne.

Leave a Reply

Back to top button