Şehîd Dijwar Feqîr li Şengalê bi merasîmeke hate bibîranîn

Şêniyên Şengalê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dijwar Feqîr di 2’yemîn salvegera şehadeta wî de, wî bibîranîn.
Dayîka Şehîd Dijwar di derbarê şehadeta kurê xwe banga hemû civaka Êzidî jî kir da ku li hemberî xiyanetê helwesteke xurt pêşbixin.

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr ku salên dirêj fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî kiribû, di 7’ê Kanûna 2021’an de li Xanesorê bû hedefa êrîşa dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê.

Di encama teqîna mayîna ku bi seyareya wî ve girêdabûn, Dijwar Feqîr şehîd ket

Di 2’emîn salvegera şehadeta wî de, TAJÊ û xelkê Şengalê, ji bo fermandar û pêşengê civaka Êzidî Dijwar Feqîr merasîmek hate lidarxistin.

Yek ji endamên malbata Dijwar Feqîr, Hilwa Feqîr ku beşdarî merasîmê bû, derbarê şehadeta Dijwar Feqîr de axivî û got:

“Hevalê Dijwar di destpêka fermanê de çeka xwe hilgirt û li hemberî dijmin şer kir.

Heya roja şehadetê jî bi kîneke mezin şerekî dijwar li hemberî dijmin meşand.

Ji şikestina DAIŞ’ê heya rizgarkirina Şengalê ev şer berdewam kir.

Yek ji hedefên hevalê Dijwar rizgarkirina keç û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de bû.

Bi vê armancê xwe roj bi roj pêşxist û gihîşt asta fermandariya YBŞ’ê.”

Hilwa Feqîr dazanîn ku Dijwar Feqîr ne di şer de lê bi destê xiyanetê şehîd ke û got:

“Bila dijmin zanibe ti carî nikarin îradeya me bişkîne, em bi fermanan mezin bûne û ewê hesabê ji dijminên kokê bixwazin.”

Dayê Xoxê: Dijwar Feqîr bi dehan xortên Êzidî perwerde kir

Dayika Şehîd Dijwar Feqîr Dayê Xoxê destnîşan kir ku Dijwar Feqîr ji bo parastina Şengalê beşdarî YBŞ’ê bû û bi dehan xortên Êzidî perwerde kirin û wiha
pê de çû:

“Me zanî ew bi xiyanetê şehîd ket lê bila xiyanetkar nebêjin emê bi rehetî rûnin.

Ev ne doza malbatekê ye, ew xiyanetkar hemû Êzidiyan kirine dijminê xwe

Dinya jî xira bibe Şengal nabe Şengala xayînan, wê bi çi rûyî vegerin Şengalê.”

Dayika Şehîd Dijwar Feqîr Dayê Xoxê di dawî de bang li her kesî kir ku li dijî xiyanetê têkoşîna xwe mezin bike.

Back to top button