Di çarçoveya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê bi pêşengiya Însiyatîfa Defend Rojava wê li tevahiya cîhanê çalakiyên girseyî pêk werin. Berî çalakiyan KNK’ê jî ji bo tevlîbûneke xurt a çalakiyan bang kir û got, “Em çawa ji bo Kobanê seferber bûn, divê careke din em heman rih û coşê ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.”
Ji bo çalakiya girseyî ya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê amadekarî temam bûn.
Çalakî, meş û xwepêşandanên girseyî yên bi pêşengiya Însiyatîfa Defend Rojava, wê li tevahiya welatên Ewrûpayê, li hemû welatên Îskandînavya, li Kanada, Avustralya, Çekya û Kibrisê jî werin lidarxistin.
Bi sed hezaran kesên ku tevlî van çalakiyan bibin wê careke din dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin bang li welatên cîhanê û saziyên navnetewî bikin ku gavên berbiçav biavêjin û dagirkeriyê rawestînin.
KNK’ê jî bi daxuyaniyeke banga tevlîbûna çalakiyên 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê kir.
KNK’ê bal kişand ser êrîş ê qirkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê û weha got: “Çawa em hemû li cîhanê ji bo Kobanê seferber bûn û piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşanda, divê em heman ruh û heman coşê carek din, ji bo Rojavaya Kurdistanê nîşan bidin û xwedî lê derbikevin.”
Bi heman rengî Tevgera Ciwanên Şoreşger jî daxuyaniyek da û bang li hemû ciwanên pêşverû, şoreşger û enternasyonalîst kir ku ji bo Rojava dakevin qadan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.