Rêveberiya Xweser: Rêbaza rejîma Sûrî xizmetî çareseriyê nake

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bersiv da daxuyaniyên rejîma Sûriyê ya ji bo QSD’ê tevlî nav hêzên Sûriyê bibe û diyar kir ku ev rêbaza ku rejîmê bikartîne, xizmetî çareseriya siyasî nake.
Rêveberiyê destnîşankir ku ew her tim banga diyalogê kirine, yekîtiya Sûriyê û biratiya gelan parastine û xwest rejîma Sûriyê jî helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan bide.

Rêveberiya Xweser bersîv da banga Wezareta Parastina Sûrî ya ji bo QSD’ê tevlî hêzên Sûriyê û diyar kir ku ev rêbaza ku rejîma Sûriyê bikartîne nakeve xizmeta çareseriya siyasî.

RÊVEBERIYA XWESER: LIHEVKIRINA PÊK HAT TENÊ JI BO PARASTINA SÎNOR E

Rêveberiyê destnîşan kir ku lihevkirina di navbera QSD’ê û artêşa Sûriyê de ku bi navbeynkariya Rusyayê pêk hatibû tenê ji bo parastina sînor û serweriya Sûriyeyê pêk hatiye û got:

“Der barê saziyên Rêveberiya Xweser û xebatên wê de tu lihevkirin pêk nehatiye. Rêveberî xebatên xwe bidomîn e û karkerên li saziyeke rêveberiyê jî weke berê wê erkên xwe bidomînin.”

RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ REJIMA SÛRÎ HELWESTA XWE ZELAL BIKE

Rêveberiya Xweser bibîrxist ku ji bo ji aloziya li Sûriyê re çareseriyek were dîtin her tim banga diyalogê kirine û ragihandine ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê deriyek vebibe, amane ku bi desthilatdariya Sûriye re bikevin nav danûstandinan.

Rêveberiya Xweser di vê mijarê de ev daxwaz kir:

Eger desthilata Şamê di çareseriya aloziya Sûriyê de cidî ye, divê vê helwesta xwe bi awayekî zelal û eşkere ragihîne. Helwestên berovajî vê werin nîşandan wê nekeve xizmeta çareseriya siyasî û aloziyê dirêjtir û zexmettir bike.

RÊVEBERIYA XWESER: EM HER TIM ALÎGIRÊ DIYALOG Û ÇARESERIYÊ NE

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê heta îro her tim yekîtiya Sûriyê û biratiya gelan parastine, li dijî terore şer kirine, destê biratî û xwişkayetiyê dirêjî Sûriyan kiriye û ji bo aştî û biratiya gelan pêk were hata niha 11 hezar şehîd û zêdetirî 24 hezar birîndar dane.

Rêveberiya Xweser herî weha destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên gel wê têkoşîna xwe bidomînin û weha dewam kir:

“Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareseriya siyasî em amade ne ku bi hemû aliyan re bikevin diyalogê û daxwazên gel bi cîh bînin. Ji bo em bigihîjin Suriyeyeke demokrat û pirrengî ku maf û azadiya tevahî pêkhateyan biparêze emê bi tevahî hêza xwe bixebitin.”

Leave a Reply

Back to top button