Navenda Ragihandina û Çapemeniya QSD’ê bîlançoya roja 22. a Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê diyar kir tevî ku hêzên wan di çarçoveya agirbestê de derbasî rewşa parastinê bûn jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe didomînin.
Navenda Ragihandina û Çapemeniya QSD’ê di 24 saetên dawî de encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û bersîva şervanên QSD’ê bi daxuyaniyeke eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê,
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Zirganê bi 50 wesaîtan li derdorê gundên Ing el-Hewa û Xirbet Cimo xwestin êrîşî çeperên hêzên hikûmeta Sûrî bikin û gundên li derveyî agirbestê dagir bikin.
Şervanên QSD’ê di çarçova parastina rewa de bersîv dan van êrîşan û şer qewimî.
Di şerê li vir û gundê Til el-Werd yê Zirganê de hêjmarek zêde çete hatin kuştin û birîndar bûn, lê agahiyên zelal nehate bidestxistin.
Di vî şerî de wesaîtek jî hat teqandin.
Li Kobanê û Girê Spî jî komên çete bi hejmarek mezin û piştgiriya balafirên artêşa Tirk li gundên Evdikê, Çariqlî û Berberiyê êrîş kirin û xwestin herêmên nû dagir bikin.
Li vir jî şervanên QSD’ê bersîv dan û hemû êrîş têk birin.
Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn, lê hêjmara zelal nehate zanîn.
QSD’ê ragihand ku di van şeran de 5 şervanên QSD’ê birîndar bûne.