PARÊZERÊN RÛSYA: CPT Û DMME JI REWŞA TENDURISTÎ YA OCALAN BERPIRSYAR IN

Yekîtiya Parêzerên Mafê Mirovan a Rûsyayê ku li Moskovayê ye, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Têkiliya Ocalan bi cîhanê re bi giştî hatiye qutkirin, mafê axaftina telefon, televîzyon, rojname, pirtûk û mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi temamî hatiye binpêkirin.

Hevdîtina bi Rêber Ocalan re bi hincetên vala tê red kirin, divê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û saziyên cuda mudaxeleyî vê rewşê bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li her cihê ku pêşiya mekanîzmayên demokratîk were girtin mafê têkoşînê ya ji bo azadiya netewî heye.

Yekîtiya Parêzeran bang li saziyên navneteweyî, Dadegeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê kir ku bikevin nava tevgerê.

Yekîtiya Parêzerên Mafê Mirovan a Rûsyayê dawiyê got,

Bi qasî hikumeta Tirk, CPT’î jî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan berpisyar e.

Leave a Reply

Back to top button