Wezîrê Derve yê Rûsyayê: Divê pirsgirêka Kurd aloztir nebe

Neçareserkirina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên înkarê bandorê li ser hemû siyaseta herêmê dike.
Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê jî fikarên xwe yên li ser vê mijarê anî ziman ku diyarkir ku pirsgirêka kurd nikare jinedîtivê were dîtin.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîneke xwe ya kanala Rûsya 24 de diyar kir ku Kurd li Îran, Îraq û li beşekî mezin ê Tirkiyê dijîn û got:

Kes naxwaze herêm ji bo meseleya Kurdî biteqe, her wekî kes naxwaze Kurdan weke xelkên çîna duyemîn bibîne.

Wezîrê Rûsî teqez kir ku pirsgirêka Kurdan nayê piştguhkirin û got, ev pirsgirêkek weha ye ku aloziya Sûriyê derbas kiriye.

Leave a Reply

Back to top button