KCD banga xwedîderketina li Rojava kir

Kongreya Civaka Demokrartîk-KCD’ê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz kir û banga xwedîderketina li Rojava kir

KCD’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û li tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

KCD anî ziman ku ji bo şehîdên berxwedanê, pêşmergeyên ku rol lîstin, seferberiya gelê Kurd û piştgiriya hemû civaka navnetewî ya ji bo Kobanê minetdar in û bi rêz bibîrtinin.

KCD’ê bal kişand ser êrîşên îro yên li ser Rojava û û destnîşankir ku dewleta Tirk û hêzên metînger ên herêmî ku binketin û windakirina DAÎŞ’ê hezim nekirin dîsa dest bi êrîşên dagirker yên hovane kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku encex bi berxwedana gel kurd û gelên cîhanê careke din dikarin pêşî li planên mêtingeran yên qirkirin, koçberî û dagirkirinê bigirin û serketinê bi dest bixin.

KCD ev bang kir: “Roj Roja avakirina Yekîtiya Netewî ye! Divê partî, sazî û rêxistinên sivîl û rewşenbîrên li tevahî Kurdistanê bi ruhê yekîtiya netewî rabin ser piyan û piştgiriya herî xurt bidin Rojava.”

Leave a Reply

Back to top button