Hevseroktiya Desteya Rêveber a KCK’ê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.
KCK’ê got,
Hevgirtin û desteka 1’ê Mijdara 2014’an ji bo DAÎŞ’ê bûye destpêka têkçûnê.
Hevseroktiya Desteya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Beriya niha bi 4 salan li çar hêlên cîhanê demokrat, sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê ragihandin.
Em wan kesên ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ragihandine û vê rojê rabûne ser piyan bi hurmet slav dikin.
KCK’ê diyar kir ku ev berxwedan û serfiraziya ku li Kobanê hatî kirin ne tenê ya Kobanêyiyan e û wiha anî ziman:
Serfiraziya Kobanê serfiraziya gelên cîhanê ye.
Di avakirina jiyana azad û demokratîk de berpirsyariya hemû gelên cîhanê heye.
KCK’ê di berdewamiya daxuayniya xwe de balkişand li ser îtîfaqa AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan û wiha got:
Desthilata AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li dijî Kobanê û Şoreşa Rojava zêdetir kiriye.
Van êrîşên dawî yên li ser Kobanê û Girê Spî nîşan dide ku carek din piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi van êrîşan li hêlekê dijminatiya xwe ya li gelên Sûriyê nîşan dide û li hêla din jî bi sorkirina şovenîzma li Tirkiyeê dixwaze di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an bi ser bikeve.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van her du armancan êrîş dike.
Divê Kurd, gelên Tirkiyeyê û gelên cîhanê vê lîstika desthilatdariya AKP-MHP’ê xera bikin.
Hevseroktiya Desteya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de ev bang kir:
Girîng e gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bibînin ku desthilatdariya AKP’ê beriya hilbijartinê van êrîş û propagandayan dike.
Divê hêzên demokatîk û partiyên siyasî yên mûxalîf ên li Tirkiyeyê li ber van êrîşan rabin.