Li Deryaya Çînê ya Başûr aloziya di navbera Çîn û Fîlîpînê de zêde dibe

Di navbera Fîlîpîn û Çînê de li Deryaya Çînê ya Başûr aloziya gurtir dibe.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku bi Fîlîpînan re peymana parastinê îmzekiriye, hişyarî da Çînê.
Amerîkayê diyar kir ku kiryarên Çînê yên li herêmê îstiqrara herêmê dixe xeterê.

Aloziya di navbera Fîlîpîn û Çînê de li Deryaya Çînê ya Başûr di dawiya hefteyê de gihişt asta herî jor.

Ewlekariya Peravê ya Fîlîpînê dîmenê aloziya di navbera keştiyên herdu welatan de weşand.

Ji bilî vê yekê keştiyeke Çînê jî li devera Thomas ku Leşkerên Fîlîpînî lê bi cih bûbûn, qelibîn.

Piştî bûyeran her du welatan hevdu sûcdar kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fîlîpînê diyar kir ku derbarê mijarê de Balyozê Çînê ji bo wezaretê hatiye vexwendin.

Di daxuyaniya xwe ya di civîna çapemeniyê de, berdevk diyar kir ku îlankirina Balyozê Çînê Huang Xilian weke kesekî ku nayê xwestinê, pir citî tê nirxandin.

Ewlehiya Peravê ya Çînê diyar kir ku yek ji keştiyên Fîlîpînê bêy ku guh bide hişyariyan bi zanebûn xwe li keştiya me da.

Pekînê di sala 2012’an de piştî pevçûneke dijwar Scarborough Shoal ji Manila girtibû.

Piştî van bûyeran, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê bang li Çînê kir ku kiryarên xwe yên metirsîdar ên li deryayê rawestîne.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ev kiryaran û derxistina aloziyan, aramiya herêmê têk dide.”

Miller piştgiriya xwe ji Manila re dubare kir û pabendbûna xwe bi peymana parastina hevbeş di navbera her du welatan de anî ziman.

Miller her wiha bang li Pekînê kir ku li gor biryara sala 2016’an tev bigere.

Lê Çîn di mijara berfireh kirina herêma xwe ya deryayî de bi îsrare.

Back to top button